Serokê Amerîkayê Trump: "Me bi Sûriyeyê ra pirsgirêkeke mezin çareser kir"
Ankara
Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku wî û Wezîrê Karên Derva Marco Rubîo di mijara Sûriyeyê da "pirsgirêkeke mezin" çareser kir.
Trump di hevpeyvîna xwe ya ligel Fox Newsê da der barê Sûriyeyê da axivî.
Serokê Amerîkyê Trump wiha got: "Îro, me bi Sûriyeyê ra pirsgirêkeke mezin çareser kir, gelek jiyan hatin rizgarkirin" û anî ziman ku Rubîo karekî mezin kir.
Trump der barê pirsgirêka ew îdia dike ku bi Sûriyeyê ra hatiye çareserkirin da, hûrgulî parve nekir.
Serokê Amerîkyê Trump duh ragihandibû ku wî bi Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara ra hevdîtineke "pir baş" kiriye û gotibû "Polîtîkayên derbarê Sûriyeyê û vê herêmê da pir baş dimeşin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
