Dinya

Serokê Amerîkayê Trump: "Ji bo ewlehiya neteweyî hewcedariya me bi Gronlandê heye"

Hakan Çopur  | 23.12.2025 - Rojanekırın : 23.12.2025
Serokê Amerîkayê Trump: "Ji bo ewlehiya neteweyî hewcedariya me bi Gronlandê heye"

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku ji ber sedemên "ewlehiya neteweyî" hewcedariya wan bi Gronlandê heye û got ji ber vê, wan nûnerekî taybet ji bo vê herêmê wezîfedar kiriye.

Trumpê ku ji bo betlaneya Noelê li mala xwe ya Mar-a-Lagoyê ya li Florîdayê ye behsa çêkirina keştiyên şer ên nû kir û paşê ji rojnamevanan ra rojev nirxand.

Trump dema pirseke der barê Waliyê Louîsîanayê Jeff Landry ê ku wek Nûnerê Taybet ê Gronlandê hat wezîfedarkirin da bersivand, anî ziman ku ew çiqasî girîngiyê didin Gronlandê.

Trump wiha axivî: "Ji bo madenan na, lê ji bo ewlehiya aboriyê hewcedariya me bi Gronlandê heye. Em ji bo ewlehiya neteweyî hewcedarê Gronlandê ne. Heke hûn li Gronlandê binêrin, heke hûn ji serî heta binî çavê xwe bidin xeta peravê, hûn ê bibînin ku li her derê keştiyên Rûsya û Çînê hene. J bo ewlehiya neteweyî hewcedariya me bi wê heye. Divê em bibin xwediyê wir, Gronland pir girîng e."

Trump diyar kir ku Landry kesekî girîng e ku dikare peymanên pir baş çêbike û di mijara Gronlandê da baweriya wî bi wî heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.