Serokê Amerîkayê Trump ji ber ku êrîşa li dijî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê zûtir agahî da, spasiya Îranê kir

New York
Serokê Amerîkayê Donald Trump spasiya Îranê kir ku wan êrîşa li ser baregeha Amerîkayê ya El-Udeydê ya li Qeterê zûtir agahî da wan.
Donald Trump li ser hesabê Truth Socialê der barê êrîşa ku ji hêla Îranê va li ser baregeha Amerîkayê ya El-Udeydê ya li li Qeterê hatiye kirin da peyamek parve kir.
Trump di peyama xwe da wiha got: "Ez dixwazim spasiya Îranê bikim ku (êrîşê) zûtir agahî da me. Ji ber vê tu kes nemir û birîndar nebû. Îran niha dikare li herêmê ber bi aştî û aramiyê va biçe, ez ê jî bi coş Îsraîlê teşwîq bikim ku ew heman tiştî bike."
Trump destnîşan kir ku di êrîşa Îranê da tu Amerîkîyekî jî zirar nedît û hema hema tu zirar çênebû ku ew ji ber vê kêfxweş e.
Trump diyar kir ku 14 moşek ji axa Îranê ber bi baregeha Amerîkayê ya li Qeterê va hatin avêtin, ji wan 13 heb hatin xistin û moşeka din jî ji ber ku ber bi aliyekî ku tehdîdê çênake va çû, hat berdan.
Trump wiha dewam kir: "Îranê bi fermî pir qels bersiv da tunekirina tesîsên xwe yên nukleer û jixwe em jî li bendê bûn û me bi awayekî pir bi bandor bersiv da."
Trump anî ziman ew hêvî dike ku careke din bersivdayîn çênebe û wiha got: "Ez hêvî dikim ku zêdetir nefret çênebe."
Trump di peyameke xwe ya din da jî wiha got: "Pîroz be dinya, niha dema aştiyê ye."