Serokê Amerîkayê Trump: "Heke (di mizakereyan da geşedan çêbibe) ez dikarim roja înê herim (Stenbolê)"

Quds
Serokê Amerîkayê Donald Trump, der barê beşdarbûna xwe ya mizakereyên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê ya li Stenbolê da daxuyand ku hêviya wî ew e ku mizakere bi serkeftî pêk bên û wiha got: "Heke tiştek çêbibe (geşedan) û guncaw be, ez dikarim roja înê herim."
Trump di bernameya ku li Dohaya paytextê Qeterê hat lidarxistin û ew jî bi heyeta xwe ya karsazan ra beşdar bû da der barê mizakereyên aştiyê yên di navbera Rûsya-Ukraynayê yên ku wê li Stenbolê bên lidarxistin da wiha got: "Ez difikirîm ku biçim, lê îro û sibê bernameyên min hene. Ez hêvî dikim ku Rûsya û Ukrayna karibin tiştekî bikin, divê ev raweste."
Trump ji bo îhtîmala beşdarbûna "mizakereyên aştiyê yên li Stenbolê" yên ku bi mazûvaniya Tirkiyeyê tên lidarxistin wiha got: "Heke tiştek çêbibe (geşedan) û guncaw be, ez dikarim roja înê herim."
Der barê agahiyên ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê beşdarî mizakereyan bibe an nebe da jî Trump wiha got, "Heke ez neçûma, çima ew (Putîn) biçe? Ez ê neçûma. Min plan nedikir ku ez biçim, ez dikarim biçim lê min plan nedikir. Min digot, 'Heke ez neçim, ew (Putîn) jî naçe. Ji xwe wisa jî bû."
Trump bi bîr xist ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubîo beşdarî van mizakereyan bûye û destnîşan kir ku ew dixwazin şer bi dawî bikin.
Trump der barê mizakereyên nukleerê yên bi Îranê ra peyameke erênî da û wiha got: "Em ê li Îranê toza nukeleerê ranekin. Em hewl didin ku ji bo vê mecbur nemînin û dibe ku em peymanekê çêbikin."
Trump got ew bi Îranê ra ji bo aştiyeke demdirêj mizakereyên cidî dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.