Serokê Amerîkayê Trump got "şerê bi Îranê ra" vê hefteyê nebe jî "dê di demeke pir nêzîk da" bi dawî bibe
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump ê îdia kir ku wan kapasîteya eskerî ya Îranê bi rêjeyeke mezin ji navê bir, di mijara îhtimala bidawîbûna şer a di nav hefteyekê da wiha got, "Ez ne bawer im lê wê di demeke nêzîk da bi dawî bibe. Wê demê dinya dê bibe cihekî ewletir. Di demeke nêzîk da ev kar dê biçe serî."
Serokê Amerîkayê Trump di merasima îmzekirina biryarnameyeke serokatiyê da ya digel Alîkarê Serok JD Vance li Ofîsa Oval li dar xist, pirsên der heqê rewşa dawîn a biwarê Îranê da bersivandin.
Trump di mijara krîza Tengava Hurmuzê da ya ku li tevahiya dinyayê zincîra dabînkirina vejenê serûbin kir, bangî welatên eleqedar kir ku ji hêla eskerî va alîkariya Amerîkayê bikin.
Trump bi taybetî bangî welatên ku beşeke mezin a pêdiviya xwe ya vejenê ji ser vê tengavê ra dabîn dikin kir û bal kişand, ji bo ku tengav vekirî bimîne, divê ev welat gavê biavêjin.
Trump bal kişand ku Amerîkayê bi dehan keştiyên mayinan ên Îranê kirin armanc lêbelê dîsa jî ew nizanin di tengavê da gelo hê mayin mane yan na û wiha got, "Em nizanin ka di tengavê da mayin hatine bicihkirin yan na lêbelê îhtimala hebûnê jî însanên xwediyê keştiyên bi milyar dolarî çavtirsandî dike."
Trump ji bo pirsa "Şerê bi Îranê ra dê di hefteyekê da bi dawî bibe?" wiha bersiv da, "Ez ne bawer im lê wê di demeke nêzîk da bi dawî bibe. Wê demê dinya dê bibe cihekî ewletir. Di demeke nêzîk da ev kar dê biçe serî."
Serokê Amerîkayê îdia kir ku wan bi êrîşên li ser Îranê va karekî rast kiriye û wiha got: "Wekî din, ev pêvajo dibe ku veguheriya Şerê Dinyayê yê 3yemîn a nukleerê."
Trump îdia kir ku Îranê piştî bidestxistina çekên nukleer wê ewil êrîşî Îsraîlê bikira û dû ra jî wê êrîşî tevahiya Rojhilata Navîn bikira û wiha dewam kir: "Ew ji ber ku dixwazin Rojhilata Navîn bi dest bixin, bi hezaran moşekan diavêjin welatên ji wan nayê hêvîkirin ku bikevin şer jî."
- "Me hêvî nedikir ku Îranê êrîşî welatên Kendavê bike"
Trump destnîşan kir ku ew ji ber êrîşên Îranê yên dijî welatên Kendavê "matmayî" mane û wiha got: "Tu pisporekî vê yekê pêşbînî nedikir. Mesele ew e ku divê me ev yek bizanibûya yan na. Her çiqas me bizanibûya, dîsa jî em mecbur bûn ku divê tiştê ku pewîst dike me bikira."
Serokê Amerîkayê pêvajoya bi Îranê ra şiband "lîstikeke mezin a kişikê" û got Îran di vê pêvajoyê da gavên jîr diavêje û ew van dibîne.
Trump li ser pirseke îhtimala mirina rêberê nû yê Îranê Mucteba Xameney jî got hin kes behsa vê yekê dikin, hinek jî dibêjin Xameney bi giranî birîndar bûye.
Trump wiha got: "Em nizanin li wir bi kê ra biaxivin, ji ber ku piraniya rêberên wan mirin" û anî ziman piştî demeke kurt Amerîka wê bi rayedarên Îranî ra hevdîtinên xwe bidomîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
