Serokê Amerîkayê Trump got ku peymana agirbestê ya li Xezeyê wê bidome

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, pêvajoya agirbestê ya li Xezeyê wê dewam bike û wiha got, "Îro ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo hemû dinyayê rojeke derasayî ye."
Serokê Amerîkayê Trump li Şarm el-Şêxa bajarê Misrê di merasima îmzeyê ya Peymana Şarm el-Şêxê da axivî.
Trump, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Mîrê Qeterê Şêx Temîn bîn Hamed Al Sanî û Serokomarê Misrê Ebdulfetah es-Sîsî li ser heman maseyê rûniştin.
Trump li vê derê axivî û wiha got, "Ji bo hatina vê qonaxê 3 hezar sal derbas bûn, hûn bawer dikin? Lêbelê ev rewş (peyman) wê dewam bike, ev ê dewam bike."
Trump got, "Îro ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo hemû dinyayê rojeke derasayî ye." û daxuyand ku ev pêvajo dîrokî ye.
Trump di axaftina xwe da spasiya hemû welatên ku li Rojhilata Navîn piştgirî dan pêvajoya aştiyê û xîtabî Serokomar Erdogan kir û wiha got, "Artêşa ku ji gotina wî pir zêdetir hêzdar e. Heke hûn hin pêvajoyên vê axiriyê binêrin, qezenc dikir, lê nedixwest tu carî pesnê wî werin dayîn. Merivekî hişk e, lê dostê min e û dema pêdiviya min pê çêdibe, her tim ligel min bû. Ji ber vê yekê ez dixwazim spasiya Serokomar Erdogan bikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.