Serokê Amerîkayê Trump got ku li Xezeyê "gelekî nêzî" peymana agirbestê bûne
Trump diyar kir ku peymana bi Îranê ra jî dibe ku "di pêşerojeke ne dûr da" bê kirin

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku li Xezeyê gelekî nêzî peymana agirbestê bûne û got ku "Em ê encama vê di nav îro da yan jî dibe ku sibê ragihînin we. Ji bo vê şansê me heye."
Serokê Amerîkayê Trump di merasima xatirxwestinê ya ku li Ofîsa Girover ji bo Elon Musk li dar xist da pêvajoya mizakereya bi Îranê ra û agirbesta li Xezeyê nirxand.
Trump pirseke der barê rewşa dawîn a peymana agirbestê ya tê diyarkirin ku Îsraîlê pesend kiriye û li benda bersiva Hemasê ne bersivand.
Serokê Amerîkayê got ku "Di mijara Xezeyê da gelekî nêzî peymanekî bûn. Em ê encama vê di nav îro da yan jî dibe ku sibê ragihînin we. Ji bo vê şansê me heye."
- Peymana bi Îranê ra dibe ku di demek nêz da be
Ji hêla din va Trump demildest piştî nirxandina xwe ya der barê Xezeyû da der barê mizakereyên nukleerê yên bi Îranê ra daxuyeniyek da.
Trump got ku "Ez wisa difikirim şensê me heye ku em bi Îranê ra peymanekî îmze bikin. Ew jî şûna ku bên bombebarankirin dê tercîh bikin ku peymanê bikin. Bi ya min dibe ku ev peyman di pêşerojeke ne dûr da pêk bê. Bêyî ku li Rojhilata Navîn bombe bên barandin em dikarin peymanekî bikin. Ev dê gelekî baş bûya."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.