Dinya

Serokê Amerîkayê Trump got ku "dema heta monikên xwe hîs kir" dê şerê bi Îranê ra biqede

Hakan Çopur  | 13.03.2026 - Rojanekırın : 13.03.2026
Serokê Amerîkayê Trump got ku "dema heta monikên xwe hîs kir" dê şerê bi Îranê ra biqede

Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê mijara şerê bi Îranê ra dê kengî biqede da got ku "Bi ya min dê ev zehf dewam neke. Ez dema ku vê heta monikên xwe hîs bikim dê biqede."

Serokê Amerîkayê Trump di hevpeyvîna xwe ya ku ji Fox News Radioyê da Brîan Kîlmeadeyê da pirsên der barê rojeva Îranê da nirxandin.

Trump der barê êrîşên Amerîka bi Îsraîlê ra dibe ser Îranê dê kengî bi dawî bin da nirxandinên cuda kir û peyama ev pêvajo dê demek dirêj dewam neke da.

Trump li ser pirseke "Hûn dê çawa bizanin ku şerê bi Îranê ra dê kengî biqede?" got ku "Bi ya min dê ev zehf dewam neke. Ez dema ku vê heta monikên xwe hîs bikim dê biqede." û behs kir ku di vê mijarê da ji hestên xwe ewle ye.

- Bersiva pirsên girava Harkê neda

Trump bersiva pirseke der barê gelo Amerîka difikire ku Girava Harkê ya ku cî û warekî biçûk a li bakurê rojavayê Kendavê ye û Îran qismeke mezin a nefta xam sewqî wir dike bi dest bixe yan na neda û fikra xwe ya di vê mijarê da eşkere nekir.

Trump got ku "Ez nikarim bersiva pirseke wiha bidim. Ev yek ji wan mijarên gelekî cud aye. Pêşanî nîne lêbelê yek ji mijarên gelekî cuda ye û dibe ku ez di nav kêliyekî da fikra xwe biguherînim."

- "Em ê hefteya pêş tundtir lê bixin"

Trump parast ku zirarekî mezin dan kapasîteya eskerî ya Îranê û dê van êrîşên xwe bidomînin û got ku "Em ê hefteya pêş me hê tundtir li wan bixin."

Serokp Amerîkayê qal kir ku li Îranê divê mirov dakevin kolanan lêbelê qebûl dikin ku ev dijwar e û di vê mijarê da hê jî li ba gelê Îranê ne û got ku "Rejima li Îranê dê hilweşe lê dibe ku di demek nêz da nebe."

Trump parast ku sîtola Îranê, pergalên fuzeyê, binesaziya nukleerê û radarên Îranê "ji holê rakirin" û îdia kir ku heke bixwazin dikarin gelek êrîşên ku rasterast zirarê bide binesaizya welêt bikin lêbelê vê nekirin.

Trump got ku "Em hember Îranê nazik tevdigerin. Em dikarin ewqas tiştên mezin bikin ku heke bixwazin dikarin ewqas zirarê bidin santralên wan ên ceyranê ku êdî nekarin bi kar bînin ku Îran car din nekare rabe ser piyan. Em vê nakin. Em di vê mijarê da hewl didin ku nazik tevbigerin."

- Îdiaya birîndarbûna Mucteba Xamaney

Ji hêla din va Trump li ser pirsa der barê rewşa niha ya Mucteba Xamaneyê kurê Ayetullah Elî Xamaneyê ku di êrîşa Amerîka-Îsraîlê da jiyana xwe ji dest da îdiaya ew jî birîndar bûye anî ziman.

Trump diyar kir ku bavê wî Xamaney ew neanî ser wê meqamê û got ku "Dipirsin ku ka ew dijî yan na. Gelek kes hewl didin ku vê hîn bibin. Lêbelê bawerim sax e lê birîndar bûye."

- Dibe ku Putîn hinekî alîkariya Îranê dike

Serokê Amerîkayê Trump got ku di demeke ku êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê û bersivdayînên Tehranê dewam dikin da Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn "dibe ku hinek" alîkariya Îranê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.