Serokê Amerîkayê Trump: "Ez ê tu wextî destûrê nedim ku Îran bibe xwedî çeka nukleerî"
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Kongreyê di axaftina xwe ya "Rewşa Yekîtiyê" da îdia kir ku Îran hewl dide, fuzeyên bikaribin bigihêjin Amerîkayê dahêne û wiha got, "Terciha min, çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêya dîplomasiyê ye. Lêbelê tiştekî teqez heye ku ez ê tu wextî destûrê nedim ku ev welatê piştevanê terorê yê nimro yek ê dinyayê bibe xwedî çeka nukleerî."
Trump li Kongreya Amerîkayê di rûniştina hevbeş a adetî ya bi navê "Rewşa Yekîtiyê" da axivî û sala ewil a serokatiya xwe ya duyem nirxand.
Serokê Amerîkayê Trump di mijara Îranê da ku sernava herî germ a van dawiyan e, peyamên giring dan û bal kişand ku bi Tehranê ra hê jî mizakere tên kirin lêbelê heger rêkeftin pêk neyê, ew bi tedbîr bin.
- "Ez ê tu wextî destûrê nedim ku Îran bibe xwedî çeka nukleerî"
Trump der heqê rageşiya Amerîka-Îranê da wiha got, "Rewşa Yekîtiyê" da îdia kir ku Îran hewl dide, fuzeyên bikaribin bigihêjin Amerîkayê dahêne û wiha got, "Terciha min, çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêya dîplomasiyê ye. Lêbelê tiştekî teqez heye ku ez ê tu wextî destûrê nedim ku ev welatê piştevanê terorê yê nimro yek ê dinyayê bi xwedî çeka nukleerî."
Trump îdia kir, Îran li herêma xwe "welatekî piştgirê terorê" ye û diyar kir, dema ku li dijî Amerîkayê tehdîd hebin, vebijêrkên eskerî jî tê da ew timî amade ye ku hemû îhtimalan binirxîne.
- Îran hewl dide ku moşekan çêke û ew moşek bigihêjin Amerîkayê
Trump îdia kir, Îran êdî hewl dide ku moşekan çêke û ew moşek bigihêjin Amerîkayê jî û wiha dewam kir, "Moşekên ku Ewropa û baregehên me yên aliyên din ê behrê tehdîd bike çêkirin û hewl didin ku moşekan çêkin û ew moşek bigihêjin Amerîkayê jî. Hatin hişyarkirin ku bernameyên xwe yên sîlahan, bi taybetî jî sîlahên nukleerê cardin çênekin û ji bonê hewl nedin. Dîsa jî cardin dest bi her tiştî dikin."
Serokê Amerîkayê Trump destnîşan kir, bi dehan salan e polîtîkaya sereke ya Amerîkayê ew e ku destûra çêkirina sîlaha nukleerê nede Îranê û wiha dewam kir, "Bi Îraniyan ra mizakereyên me dewam dikin. Dixwazin peymanê çêkin, lê me hê ev gotina veşartî nebihîstiye: Em ê tu carî nebin xwediyê sîlaha nukleerê."
Trump îdia kir ku di protestoyên li Îranê da 32 hezar kes hatin kuştin, piştî ku ew ket dewrê û şûnda înfazkirina bi sedan xwepêşandêran dan sekinandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
