Serokê Amerîkayê Trump diyar kir ku maweya peymana çarçoveyê ya Gronlandê dê "bêdawî" be
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku peymana çarçoveyê ya ku di mijara Gronlandê da bi NATOyê ra pêk hat, dê peymaneke demdirêj be û maweya wê dê "bêdawî" be.
Trump li bajaroka Davosê ya Swîsreyê piştî civînên Foruma Aboriya Cihanî (WEF) ya 56emîn pirsên rojnamegeran bersivandin.
Trump pirsa nûçegihanê CNNyê ya li ser peyamana çarçoveyê ya Gronlandê bersivand û wiha got, "Ev peymaneke demdirêj û dawîn e."
Trump qala wê yekê nekir ku derbasbûna Gronland ya bi ser Amerîkayê va dê çawa were pênasekirin.
Ji bo pirsa maweya peymana çarçoveyê dê çiqas be, Trump got "Bêdawî" û wiha şîrove kir, "Ev peymaneke demdirêj û dawîn e. Ev peyman herkesî tîne cihekî pir baş."
Trump eşkere kiribû ku wî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Davosê da bi Mark Rutteê Sekreterê Giştî yê NATOyê ra di mijara Gronlandê da "çarçoveyeke peymanê" pêk anî û di vê çarçoveyê da wî terîfeyên gumrikê yên hatibû plankirin ku di 1ê Sibatê da li dijî 8 welatên Ewropayê bên cîbicîkirin, rawestandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
