Dinya

Serokê Amerîkayê Trump diyar kir ku Hemas di binê enqazan da li cesedê hêsîran digere

Hakan Çopur  | 16.10.2025 - Rojanekırın : 16.10.2025
Serokê Amerîkayê Trump diyar kir ku Hemas di binê enqazan da li cesedê hêsîran digere

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, Hemas li ser enqaza avahiyên ku bi bombebarandina Îsraîlê kavil bûn û di tunelên binê kuçeyên Xezeyê da li cesedê hêsîrên kuştî digere.

Serokê Amerîkayê Trump li Qesra Spî di civîna çapemeniyê ya Buroya Lêpirsînê ya Federal a li ser têkoşîna sûc da axivî û der barê rojeva Xezeyê da jî xeberda.

Trump destnîşan kir, Hemas li ser enqaza avahiyên ku bi bombebarandina Îsraîlê kavil bûn û di tunelên binê kuçeyên Xezeyê da bê navber li cesedê hêsîrên kuştî digere.

Serokê Amerîkayê wiha dewam kir, "Hêsîrên ku sax bûn, me tev hildan. Îro çend kes jî vegeriyan. Ev pêvajoyeke sawdar e, lê kolandinê didomînin. Bi rastî jî dikolin. Qadên ku dikolin hene û gelek cesedan jê derdixin. Hin cesed di binê enqazan da ne. Mecbûrî enqazan radikin."

Hemasê heta niha ji 28 hêsîrên kuştî yên li Xeta Xezeyê tenê 8 teslîm kirin.

Îsraîlê jî cesedê 90 Filistîniyên ku li Xezeyê desteser kiribûn, teslîm kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın