Serokê Amerîkayê Trump daxuyand ku ew ê serlêdanên îltîcayê ji bo "demeke dirêj" rawestînin
Ankara
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî êrîşa li dijî Parêzvanên Neteweyî ya li Washingtonê daxuyand ku tê plankirin serlêdanên îltîcayê ji bo "demeke dirêj" bên rawestîndin.
Trump li Air Force Oneê pirsên rojnamevanan ên der barê serlêdanên îltîcayê yên wê heta kingê bên rawestandin da bersivandin.
Trump got, "Bi ya min demeke dirêj" û wiha dewam kir: "Jixwe têra xwe pirsgirêkên me hene. Em van însanan naxwazin."
Li ser pirsa ew ê gelo qasî salekê an du salan bê rawestandin, Trump wiha got: "Sînorekî demê ya diyarkirî tune, lê dibe ku demeke dirêj be."
Trump anî ziman ev biryar li dijî koçberên ji welatên ku "rêjeyên sûcan lê zêde ne" û "ne dostên Amerîkayê ne" tê dayîn û îdia kir ku hin welêt "bi xwe jî ji kontrolê derketine."
Trump paşê dijî Somaliyê axivî û îdia kir ku hin kesên ji wî welatî tên Amerîkayê û ji wan ra dibêjin ka divê welêt çawa birêve bê birin.
Tê gotin ku Trump bi van gotinan va behsa Îlhan Omara endama Demokrat a Meclisa Nûneran ya bi eslê xwe ji Somaliyê ye dike.
Rêvebiriya Amerîkayê piştî êrîşa li dijî Parêzvanên Neteweyî ya di 29ê Mijdarê da daxuyandibû ku hemû biryarên ji bo serlêdanên îltîcayê hatine rawestandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
