Serokê Amerîkayê Trump daxuyand ku ew ê di meha nîsanê da serdana Çînê bike
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku wî bi Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng ra bi têlefonê axaftineke pir baş kiriye û li ser vexwendina Şî ew ê di meha nîsanê da serdana Çînê bike.
Serokê Amerîkayê Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê axaftina xwe ya têlefonê ya bi Serokê Dewleta Çînê Şî ra daxuyaniyek da.
Trump wiha got: "Me qasek berê bi Serokê Dewleta Çînê Şî ra bi têlefonê axaftineke pir baş kir. Em li ser gelek mijarên wek Ukrayna-Rûsya, fentanîl, fasûliyên soyayê û berhemên din ên çandiniyê axivîn. Têkiliyên me yên bi Çînê ra pir xurt in."
Trump bal kişand ser hevdîtina xwe ya bi Şî ra, ya ku sê hefte berê li Koreya Başûr çêbûbû û wiha got: "Êdî em dikarin li ser çarçoveya sereke rawestin. Serokê Dewleta Çînê Şî di meha nîsanê da ez vexwendim Pekînê û min jî ev vexwendin qebûl kir. Li hemberî vê yekê, min jî ew vexwend ku di mehên pêş da ew jî serdaneke dewletê ji bo Amerîkayê bike û bibe mêvanê min."
Trump diaxuyand wî bi Şî ra li hev kiriye ku ew têkiliyeke nêzîk bidomînin.
