Dinya

Serokê Amerîkayê Trump daxuyand ku baweriya wî gelekî bi Serokomarê Sûriyeyê Şara heye

Hakan Çopur  | 03.12.2025 - Rojanekırın : 04.12.2025
Serokê Amerîkayê Trump daxuyand ku baweriya wî gelekî bi Serokomarê Sûriyeyê Şara heye

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku Sûriye di demeke kin da gelekî pêş ket û wiha got: "Baweriya ya min gelekî bi wî (Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara) heye."

Serokê Amerîkayê Trump di çalakiyeke li Qesra Spî da pirsên endamên çapemeniyê yên li ser rojevê bersivandin.

Dema ku ji Trump pirseke der barê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê da hat pirsîn wî wiha got: "Bi ya min Sûriye di demeke kin da gelekî pêş ket. Serokê nû yê Sûriyeyê (Ehmed Şara) sê hefte berê li vir bû. Ew bi rastî jî dixwaze welatê xwe sererast bike û gelê xwe bicivîne hev. Ev ne karekî hêsan e. Li wir pirsgirêkên sedsalan hene, lê ez difikirim ku ew ê vî karî pêk bîne. Baweriya ya min gelekî bi wî heye."

Serokê Amerîkayê Trump di 10ê Mijdarê da li Qesra Spî bi Serokomarê Sûriyeyê Şara ra civîneke ku ji çapemeniyê ra girtî kiribû.

Di civînê da ji rakirina mueyîdeyên li ser Sûriyeyê bigire, heta pirsgirêkên herêmî gelek mijar hatibûn axaftin.

Hevdîtina Şara ya bi Trump ra wekî yekem hevdîtina serokekî dewleta Sûriyeyê ya bi serokê Amerîkayê ya li Qesra Spî ketibû nav qeydan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.