Dinya

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tundî rexne li karsazê milyarder Elon Musk kir

Ayşe İrem Çakır  | 01.07.2025 - Rojanekırın : 02.07.2025
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi tundî rexne li karsazê milyarder Elon Musk kir

Ankara

Serokê DYAyê Donald Trump bi tundî karsazê milyarder ê Amerîkayî û xwediyê Tesla û SpaceXê Elon Musk rexne kir û îdia kir ku heke pişteka dewletê nebûya ewê ji neçarî vegeriya mala xwe ya li Afrîkaya Başûr.

Trump di parvekirina xwe ya li ser hesabê Truth Socialê da derbarê lihevnekirina xwe ya digel Musk ku berî çendekê qewimîbû daxuyanî da.

Trump anî ziman ku dîtinên Musk ên derbarê wesayitên elektrîkî da, wî beriya bê ser wezîfeyê dizanîbûn lêbelê dîsa jî piştevaniya Musk dikir û got, "Di mijara wesayitên elektrîkî da pirsgirêk tuneye lêbelê divê ku kes di kirîna wan da zehmetiyê nekişîne."

Trump di warê teşwîqa dewletê da Musk rexne kir û got, "Heke teşwîqên dewletê nebûna, Elon muhtemelen ewê dikana xwe bigirta û vegeriya mala xwe ya li Afrîkaya Başûr."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.