Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rubio ra hat cem hev

Ankara
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubio ra yê ji bo ziyareta fermî li welêt e, hat cem hev.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokwezîriyê da hat diyarkirin ku Netanyahu li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Qudsa Rojava bi Rubio ra hevdîtin kir.
Di nûçeya çapemeniya xwemalî da jî hat destnîşankirin, tê plankirin ku hevdîtina Netanyahu û Rubio 3 saetan biajo.
Hat ragihandin ku tê pêşbînîkirin, Netanyahu û Ruibo piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar bixin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.