Serokwezîrê Nepalê Oli ji ber protestoyên ku di encamê da 19 kes hatin kuştin îstifa kir

Ankara
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Nepalê Khadga Prasad Sharma Oli ji ber protestoyên ku bi qedexekirina medyaya civakî va dest pê kirin û bûn sedema kuştina 19 kesan, îstifa kir.
Li Nepalê xwepêşandanên ku ji ber qedexekirina medyaya civakî dest pê kirin û her wiha di encamê da 19 kes hatin kuştin û zêdetirî 400 kesî jî birîndar bûn, didomin.
Li gorî nûçeya Kathmandu Postê, di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê da hat ragihandin ku ji ber protestoyên tund û bertekên dijî hikûmetê, Serokwezîr Oli îstifa kir.
Li welatê ku bi protestoyên tund leq lê ketiye, Wezîrê Karên Navxweyî Ramesh Lekhak û Wezîrê Çandinî û Heywandariyê Ramnath Adhikari jî ragihandibûn ku wan ji peywira xwe îstifa kir.
- Li paytextê xwepêşandanên protestokirina qedexeya medyaya civakî
Li Nepalê platformên wekî Facebook, Instagram, WhatsApp, YouTube, X, Reddit û LinkedInê ji ber ku di maweya destnîşankirî da serî li Wezareta Ragihandin û Teknolojiyên Zanyariyê ya Nepalê nedan û xwe qeyd nekirin, di 4ê Îlonê da hatibûn ragirtin.
Wezaretê eşkere kiribû ku platform heger îznê bistînin dê di heman rojê da bên vekirin.
Li ser vê yekê xwepêşandêrên ku piraniya wan ciwan in, ji bo protestokirina îdiayên gendeliyê û biryara qedexekirina medyaya civakî, duh ber bi avahiya parlamentoyê dest bi meşê kiribûn.
Ji ber zêdebûna bûyerên tundiyê, peywirdaran li herêmên giring ên nêzîkî parlamentoyê bi dema herêmî ji bo heta saet 22.00yan qedexeya derketina derva ragihandibû.
Hatibû ragihandin ku ji ber midaxeleya tund a polêsan, 19 xwepêşandêr hatin kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.