Dinya

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî destpêkirina Projeya Rêya Pêşketinê ragihand

Haydar Karaalp  | 03.10.2023 - Rojanekırın : 04.10.2023
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî destpêkirina Projeya Rêya Pêşketinê ragihand

Baghdad

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sûdanî diyar kir, Projeya Rêya Pêşketinê ku ji Kendava Besrayê digihêje Tirkiyeyê, dest pê kir.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê, Sûdanî û Alîkarê Serokê Dewleta Rûsyayê Igor Levitin li Bexdayê civiyan.

Ji ber ku Sûdanî wê çendek şûnda Moskovayê ziyaret bike di hevdîtinê da ev ziyaret hat nirxandin. Her wiha Sûdanî di hevdîtinê da diyar kir ku Projeya Rêya Pêşketinê û projeya Bendera Besra Favê dest pê kirin.

Sûdanî diyar kir ku projeyên Rêya Pêşketinê û Bendera Favê ji bo aboriya berdewam e, hikûmet dixwaze ji bo aboriya piralî gavan biavêje, ji ber vê jî hikûmet wekî çavkaniya dahatê naxwaze tenê bi neftê va pişta xwe girêde.

Alîkarê Serokê Dewleta Rûsyayê Levitin jî got ku ew dixwazin di qadên curbecur da têkiliya xwe û Iraqê xurt bikin.

- Projeya Rêya Pêşketinê

Di vê projeyê da rêbej û rêhesinên navbera Iraq û Tirkiyeyê û bender û bajarên ku wê werin çêkirin û avakirin hene.

Singê ewil ê projeyê Bendera Favê ya Mezin e. Iraq dixwaze bi vê benderê va dema seyahetê ya navbera Asya û Ewropayê kêm bike û bibe navenda transîtê. Ev rê li ser Tirkiyeyê ra derbas dibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın