Dinya

Serokwezîrê Behreynê Al Xelîfe ku li dinyayê serokwezîriya herî temendirêj kir, mir

Al Xelîfe 49 sal bû peywira xwe dimeşand

Önder Beyter  | 11.11.2020 - Rojanekırın : 12.11.2020
Serokwezîrê Behreynê Al Xelîfe ku li dinyayê serokwezîriya herî temendirêj kir, mir

Bahrain

 Dîwana Qraliyeta Behreynê ragihand ku Xelîfe bin Selman Al Xelîfe wefat kir ku bi 49 sal maweya peywirê va bû ew karbidestê dewletê ku li dinyayê serokwezîriya herî temendirêj kir.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Behreynê BNAyê, Dîwana Qraliyeta Behreynê ragihand ku Serokwezîr Xelîfe bin Selman Al Xelîfe li Amerîkayê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin, mir.

Di daxuyaniya Dîwana Qraliyetê da hat destnîşankirin, piştî ku cinaze gihîşt welat, bi beşdariyeke sînordarkirî va merasima cinazeyê Serokwezîr dê were kirin.

Di daxuyaniyê da her wisa hat balkişandin ku li welêt bo maweya hefteyekê şîn hat ragihadin, ala heta nîvî hatin daxistin û daîreyên hikûmetê ji sibê pê va dê sê rojan girtî bin.

Di daxuyaniyê da li ser sedema mirina Al Xelîfe agahî nehat dayîn.

- Li dinyayê serokwezîriya herî temendirêj kir

Serokwezîrê Behreynê Al Xelîfe ji 1971ê vir va peywira xwe dimeşand.

Bavê sê zarokan Al Xelîfe bi 49 sal maweya peywirê va nasnavê, karbidestê dewletê yê ku li dinyayê serokwezîriya herî temendirêj kir, sitandibû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.