Dinya

Serokwezîrê KTQByê Sucuoglu: "Heke Azerbeycan jî KTQByê nas bike evê bibe gaveke girîng"

Sinan Uslu  | 13.01.2022 - Rojanekırın : 15.01.2022
Serokwezîrê KTQByê Sucuoglu: "Heke Azerbeycan jî KTQByê nas bike evê bibe gaveke girîng"

TBMM

 Serokwezîrê Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur (KTQB) Faîz Sucuoglu, "Heke Azerbeycan jî KTQByê nas bike evê bibe gaveke girîng."

Piştî avakirina hikûmetê Serokwezîrê Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur Faîz Sucuogluyê ji bona serdana xwe ya fermî ya ewil hat Enqereyê û bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra civiya, der barê rojevê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Serokwezîrê Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur Sucuoglu destnîşan kir Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur "du dewlet û yek gel in" û wiha got, "Ev her gav wiha ye. Heger Azerbaycan jî tevlî bibe wê bibe 'sê dewlet û yek gel.' Em hêvî dikin ku di pêşerojê da bi Azerbaycanê ra pêwendiyên me yên aborî û siyasî zêde bibin. Hêviya me ew e ku Azerbeycan jî Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur nas bike. Evê bibe gaveke girîng."

Faîz Sucuogluyê Serokwezîrê KTQByê diyar kir divê em xurt bin ku tu kes bi çavtirsandinê li me mêze neke û wiha got, "Dizê bizanibin ku dema ew şîmaqekî li wê xin dê kulmekî bixwin. Niha asta welêt hatiye vê astê."

Sucuoglu destnîşan kir bi taybetî polîtîkayên çalak yên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan yên li Welatê Şîn ji bo wan bûye hêsanî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın