Serokwezîrê Iraqê El-Kazimî di 26ê Tîrmehê da wê biçe Amerîkayê

New York
Hat ragihandin Serokwezîrê Iraqê Mistefa El Kazimî wê di 26ê Tîrmehê da biçe serdana Amerîkayê.
Jen Psakî ya Berdevka Qesra Spî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden wê El Kazimî li Qesra Spî biezimîne û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di serdana Serokwezîr da wê balê bikşînin ser hevkariya dualî û şirîkatiya stratejîk a di navbera Iraq û Amerîkayê da heye."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di serdana El Kazimî da ji tenduristî, çand, vejenê bigir heta hewlên avûhewayî jî tev li ser gelek mijaran wê hevdîtin bê kirin. Hat ragihandin ku ji bo DEAŞa rêxistina terorê awayek mayînde têk biçe jî wê xebatên hevkar ên di qada siyasî, aborî û ewlehiyê da dewam bikin û têkiliyên dualî yên bi Iraqê ra jî wê bên xurtkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.