Dinya

Serokwezîrê Macaristanê Orban sibê wê serdana Tirkiyeyê bike

Merve Yıldızalp Yormaz  | 07.12.2025 - Rojanekırın : 08.12.2025
Serokwezîrê Macaristanê Orban sibê wê serdana Tirkiyeyê bike Merve Yıldızalp Yormaz

Ankara

ANKARA (AA) - Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Burhanettîn Duran daxuyand ku Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban û heyeta payebilind a bi wî ra li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sibê wê serdana Tirkiyeyê bikin.

Duran li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyand ku Orban û heyeta payebilind a bi wî ra li ser vexwendina Serokomar Erdogan sibê ji bo Civîna 7emîn a Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind a di navbera Tirkiye û Macaristanê da serdana Tirkiyeyê bikin.

Duran diyar kir ku di vê serdanê da hemû têkilî û hevkariyên stratejîk wê bi awayekî berfireh werin nirxandin, li ser pirsgirêkên herêmî û cîhanî yên heyî firk û raman wê bên parvekirin.

Duran her wiha destnîşan kir, tê payîn gelek peymanên ku armanca wan xurtkirina bingeha têkiliyên dualî ne jî wê werin îmzekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.