Serokwezîrê Hollandayê Dîck Schoof îstifa kir

Netherlands
Dîck Schoofê Serokwezîrê Holllandyê piştî ku Partiya Azadiyê )PVV) a rastgirê tundraw ji koalîsyonê vekişiya eşkere kir ku îstifa kiriye û dê îstifaya hikûmetê pêşkêşî Wîllem Alexanderê Qralê Hollandayê bike.
Piştî ku PVV ji hikûmetê vekişiya Schoof civîna çapemeniyê ya acîl li dar xist û di civînê da got ku "Em gihaştin wê encamê ku di parlamentoyê da têra xwe piştgirî tune."û ragihand ku îstifa kiriye.
Serokwezîr got ku "Heke di partiyekî da îrade tunebe hûn nikarin bi hev ra dewam bikin." û di ketina hikûmetû da berpirsyariya PVVyê û Geert Wîldersê serokê vê partiyê destnîşan kir.
Schoofê biryara Wîlders wekî "nehewce û bêberpirsyar" bi nav kir.
Serokwezîr Schoof daxuyaniya xwe da got ku "Dema bi rewşeke wiha ra rû bi rû dimîne helbet mirov xwe berpirsyar hîs dike. Di demên dawîn da min bi serokên çar partiyan ra yên di koalîsyonê da ne gelek têkilî danîn û min bi awayekî eşkere diyar kir ku ji bo min hewce nîne ku wiha be."
Serokwezîr diyar kir ku ji nû va avakirina hikûmetê mimkûn nîne û ragihand dibe ku hilbijartinên nû di sermawezê da bên kirin.
Schoof eşkere kir ku wezîrên ji Partiya ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD), Partiya Peymana Civakî ya Nû (NSC) û Partiya Tevgera Welatiyên Cotkar (BBB) heta hikûmeta nû bê avakirin dê peywira xwe bidomînin û hikûmet bêyî PVVyê dê berwext peywira xwe bidomîne.