Dinya

Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî got ku ji bo lihevkirina bi Bexdayêra nêzî merhaleya dawîn in

Haydar Şahin  | 10.09.2025 - Rojanekırın : 11.09.2025
Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî got ku ji bo lihevkirina bi Bexdayêra nêzî merhaleya dawîn in

Arbil

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên mehane û îxracata neftê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê da nêzî merhaleya dawîn in.

Barzanî beşdarî vekirina Fuara Veberhênana Xeyrîmenkulê ya Navneteweyî ya 6emîn a ku li Hewlêrê hat lidarxistin bû.

Barzanî der barê çareserkirina pirsgirêkên mehane û îxracata neftê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê da got ku "Em hêvî dikin ku pirsgirêk di dema herî nêz da bên çareserkirin lêbelê her carî hikûmeta Iraqê pirsgirêkeke nû derdixîne. Em her dem bi helwesteke sekan ji bo çareserkirina pirsgirêkan xebitîn."

Barzanî da zanîn ku heyet timî di nav diyalogê da ne û got ku "Em di mijara dahatên ji xeynî neftê da ji bo lihevkirina bi BExdayê ra di merhaleya dawîn da ne. Ji bo ku neft ji nû va bê îxrackirin bi şirkeyên neftê yan jî hikûmeta federal ra tu pirsgirêkên me nemane."

Barzanî da zanîn ku di navbera şirket û Bexdayê da nelihevkirin heye û diyar kir ku şirkeyên neftê di mijara pêkanîna mafên fînansî di lêgerîna garantiyê da ne.

Serokwezîrê HKIyê Barzanî der barê kabîneya hikûmeta nû ya ku piştî hilbijartinên di 20ê cotmeha 2024an da hê jî nehatiye avakirin da jî got ku "Ez demildest piştî hilbijartinan ji bo avakirina hikûmetê amade bûm lêbelê divê hevkarên me yên din jî amade bin. Dema ew jî amade bin em ê hikûmetê ava bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.