Dinya

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Barak got sitargehên di binê Nexweşxaneya Şifayê da ji hêla Îsraîlê va hatine çêkirin

Dildar Baykan Atalay  | 21.11.2023 - Rojanekırın : 22.11.2023
Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Barak got sitargehên di binê Nexweşxaneya Şifayê da ji hêla Îsraîlê va hatine çêkirin

Ankara

 Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Ehud Barak got sitargehên di binê Nexweşxaneya Şifayê da 40-50 sal berê ji hêla Îsraîlê va hatine çêkirin.

Barak di televizyona CNNê da daxuyanî da rojnamevan Christiane Amanpourê.

Amanpourê ji Barak ra got Îsraîl îdia dike ku di binê Nexweşxaneya Şifayê ya li Xezeyê da baregeha Hemasê heye û der barê vê mijarê da ew ê çi bibêje.

Li ser vê Barak wiha got: "Bi salên dûr û dirêj e tê zanîn ku di binê Nexweşxaneya Şifayê da sitargeh hene. Ew ji hêla înşaetsazên Îsraîlî va hatine çêkirin û wek baregeha Hemasê tên bikaranîn. Çend tunel li hev diqulibin û ev parçeyekî vê pergalê ye."

Piştî vê gotinê Amanpourê pirseke wiha ji Barak kir: "Hûn dibêjin ev der ji hêla endezyarên Îsraîlî va hatiye çêkirin? Gelo we bi şaşî wiha got?"

Ehud Barak jî li ser vê pirsî wiha axivî: "Dibe ku 40-50 sal berê ji bo kêrî nexweşxaneyê bê û qadeke hê firehtir çêbibe ev sitargeh hatin çêkirin û me ji bo çêkirina wan alîkarî kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.