Dinya

Serokwezîrê Îspanyayê Sanchez eşkere kir ku ji bo alîkariya Fîloya Sumudê ya Kurewî dê sibê keştiyeke eskerî bişînin

Şenhan Bolelli  | 25.09.2025 - Rojanekırın : 26.09.2025
Serokwezîrê Îspanyayê Sanchez eşkere kir ku ji bo alîkariya Fîloya Sumudê ya Kurewî dê sibê keştiyeke eskerî bişînin

Madrid

 Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ragihand ku dê ji bo parastina Fîloya Sumudê ya Kurewî ya ku ber bi Xezeyê va derketiye rê dê ji Bendergeha Cartagenayê ya welatê xwe sibê keştiyeke eskerî derkeve rê.

Sanchez piştî rûnitştina îro ya li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyanî da rojnamevanan.

Serokwezîrê Îspanyayê got ku "Keştiyeke harekatê ya behrê ya ku bi hemû amûrên hewce hatiye teçhîzatkirin ji bo alîkariyê (Fîloya Sumudê ya Kurewî) û tetbîqkirina operasyoneke xilaskirinê sibê ji Cartagenayê derkeve rê."

Çapemeniya Îspanyayê jî di nûçeyên xwe yên der barê daxuyaniya Sanchez da destnîşan kir ku îro piştî Îtalyayê hikûmeta Îspanyayê jî ji bo alîkariya Fîloya Sumudê ya Kurewî biryar da ku keştiyeke eskerî bişîne.

Hat diyarkirin ku çavkaniyên Wezareta Parastinê ya Îspanyayê gotiye ku keştiya eskerî ya navborî dê avên navneteweyî fealiyet bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.