Dinya

Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer: "Ewê agirbest me têxe rêyekê ku dewleta Filistînê bê naskirin"

Behlül Çetinkaya  | 25.07.2025 - Rojanekırın : 26.07.2025
Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer: "Ewê agirbest me têxe rêyekê ku dewleta Filistînê bê naskirin"

Greater London

 Serokwezîrê Îngiltereyê Keir Starmer destnîşan kir ku li Xezeyê bobelateke mirovahiyê çêdibe û tekezî kir ku ewê agirbest wê yekê pêk bîne ku rêya çareseriya 2 dewletî vebe û dewleta Filistînê bê naskirin."

Starmer di daxuyaniya xwe ya nivîskî da anî ziman ku rewşa li Xezeyê nayê tarîfkirin û parastina wê nabe.

Keir Starmer got, "Maweyek dirêj e rewş xeter e, êdî gihîştiye astake tirsêner û ber bi hê xirabtirbûnê va diçe. Em dibin şahidê bobelateke miroahiyê."

Starmer destnîşan kir ku ewê sibe digel serekên Almanî û Fransî hevdîtina rewşa acîl bikin û got, "Di demekê da ku em ji bo hemû gavên pêwîst ji bo aştiyeke mayînde dixebitin, em ê bi lezgînî li ser rawestandina mirinan û misogerkirina gihîştina mirovan bi xwarinên ku bi awayekî bêhêvî hewce ne nîqaş bikin. Em qebûl dikin ku Îsraîl divê demildest rêça xwe biguherîne û misoger bike ku alîkariya pêwîst bêyî derengmayînê bigihîje Xezeyê.

Starmer tekez kir ku di demên weha de dîtina siberojek hêvîdar zehmet e û got:

"Lêbelê, divê ez dubare bikim ku ez bang li hemû aliyan dikim ku bi lez û bez û bi niyeta baş agirbestekê pêk bînin û Hemas jî bê şert û merc girtiyan serbest berde. Em piştgiriyê didin hewldanên DYA, Qeter û Misirê ji bo vê yekê. Em bi eşkereyî dibêjin ku mafê gelê Filistînê ye ku bibin xwedî dewletek. Ewê agirbest wê yekê pêk bîne ku rêya çareseriya 2 dewletî vebe û dewleta Filistînê bê naskirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.