Serokomarê Îranê Pezeşkiyan: "Êrîşên dijî binesaziya Îranê bêbaweriya bo Amerîkayê hê kûrtir dike"
Serokomarê Îranê Pezeşkiyan bi Şahbaz Şerîfê Serokwezîrê Pakistanê yê hewl dide ku di navbera Amerîka-Îsraîlê da navbeynkariyê bike ra bi têlefonê axivî
Ankara
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ji Şahbaz Şerîfê Serokwezîrê Pakistanê yê hewl dide ku di navbera Amerîka-Îsraîlê da navbeynkariyê bike ra diyar kir ku Amerîka digel weadên xwe yên wekî dê êrîşî binesaziya Îranê neke van navendan hedef digire û got ku helwesta hevnegirtî ya navborî bêbaweriya Îranê ya bo Amerîkayê hê kûrtir dike.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Îranê Serokomar Pezeşkiyan bi Serokwezîrê Pakistanê Şerîf ra bi têlefonê axivî.
Di axaftina ku êrîşên Amerîka-Îsraîlê hatin guftûgokirin da Pezeşkiyan diyar kir ji ber ku di êrîşên dijî Îranê da axa hin welatên misilman ên li herêmê tên bikaranîn gelekî xemgîn e û got ku êrîşên Îranê yên dijî baregeh û hedefûn Amerîkayê yên li herêmê di çarçoveya "xweparastina meşrû" tên kirin û "welatên misilman wekî birayê xwe" dibînin.
Pezeşkiyan ji ber navbeynkariya ku ji bo rawestandina şerê bi Amerîka-Îsraîlê ra nîşan dide spas kir û ji Serokwezîrê Pakistanê Şerîf ra ragihand ku digel vê bêbaweriya wan a bo Amerîkayê mezin e û ev gotin:
"Îran di dema mizakereyên nukleerê da di atmosfera diyalog û dîplomasiyê da du caran rastî êrîşa eskerî hat. Niha digel îdia û weadên rayedarên Amerîkayî yên wekî ku dê êrîşî binesaziya vejenê nekin em dibin şahid ku êrîşî van navendan dikin.
Ev helwest û tevgera hevnegirtî ya navborî dibe sedem ku bêbaweriya Îranê ya bo Amerîkayê hê kûrtir bibe."
- "Em hebûna atmosfera bêbaweriya tam qebûl dikin"
Serokwezîrê Pakistanê Şerîf jî destnîşan kir ku êrîşên eskerî yên dijî Îranê û bi taybetî êrîşên dijî binesaziya aborî ya Îranê bi tundî şermezar dikin û diyar kir ku hikûmet û gelê Pakistanê "bi Îranê ra di nav piştevaniya tam da ye."
Şerîf got "qebûl dikin ku di navbera Îran û Amerîkayê da ji ber helwestên birêvebiriya Washîngtonê atmosfereke bêbaweriyê ya tam heye" û da zanîn ku hevdîtinek divê di atmosfera pêbawerî û rêzgirtina dualî da bên kirin û rawestandina êrîşkariya eskerî ya dijî Îranê pêş şertê vê yekê ye.
Serokwezîrê Pakistanê Şerîf ji ser hesabê xwe yê platforma çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya ku navenda wê Amerîka ye da der barê axaftina bi têlefonê da daxuyanî dan.
Şerîf diyar kir ku axaftin ji saetekî zêdetir dewam kir û got ku "Min dubare kir ku êrîşên dawîn ên dijî binesaziya sivîl jî di nav da êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê bi tundî şermezar dikim û piştgiriya Pakistanê ya bo gelê Îranê ya wêrek ragihand."
Şerîf diyar kir ku ji ber mirinan sersaxî da Îranê û da zanîn ku der barê peywendiyên ku Pakistan ji bo kêmkirina rageşiyê bi Amerîka û welatên Kendavê ra dike da agahî dan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
