Dinya

Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ragihand ku Wezîrê Îstixbaratê Îsmaîl Xetîb hat kuştin

Haydar Şahin  | 18.03.2026 - Rojanekırın : 18.03.2026
Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ragihand ku Wezîrê Îstixbaratê Îsmaîl Xetîb hat kuştin

Arbil

Serokomarê Îranê ragihand ku Wezîrê Îstixbaratê Îsmaîl Xetîb bi sûîqesdê hat kuştin.

Pezeşkiyan ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye da ji bo rayedarên Îranî yên ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da hatin kuştin peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê da hat gotin ku "Îsmaîl Xetîb, Elî Larîcanî û Ezîz Nesîr zade, endamên malbatê û kesên ji ekîbên li gel wan bûn bi sûîqesdê hatin kuştin, vê yekê em gelekî xemgîn kirin."

Pezeşkiyan sersaxî da û bi vê daxuyaniyê va hat piştrastkirin ku Wezîrê Îstixbaratê Îsmaîl Xetîb hat kuştin.

Berê di çapemeniyê da îdiayên dibêjin ku Xetîb di êrîşê da hatiye kuştin cî girtibûn lêbelê bi awayekî fermî nehatibû piştrastkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.