Dinya

Serokomarê Îranê Pezeşkiyan: "Mûşekên wan (Îsraîl) ji yên me bihêztir bûn"

Tolga Akbaba  | 18.12.2025 - Rojanekırın : 18.12.2025
Serokomarê Îranê Pezeşkiyan: "Mûşekên wan (Îsraîl) ji yên me bihêztir bûn"

Istanbul

 Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, behsa şerê 12 rojî yê bi Îsraîlê ra kir û got, "Mûşekên wan (Îsraîlî) ji yên me hesastir, pirtir û bihêztir bûn, lê gelê me dijmin bêhêvî kir."

Li gorî IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, Pezeşkiyan li civîneke "Tevgera Pêşxistina Edaletê di Perwerdehiyê da" li Xorasana Başûr axivî.

Pezeşkiyan bal kişand ser helwesta bi biryar a gelê Îranê di pevçûna bi Îsraîlê ra û got, "Dijmin amade bû ku welatê me parçe bike, lê hêza gel bû sedema têkçûna wan."

Pezeşkiyan, tekez li ser pêwîstiya hevgirtinê bi gel re kir û wiha got:

"Eger em bi hesasiyeteke mezin ji bo alîkariya gel tevbigerin û bixwazin di şert û mercên heyî da guhertinekê çêbikin, bê guman em ê rêyekê bibînin. Lê eger em li benda biryara Parlamentoyê û çalakiya hikûmetê bin, em ê negihêjin tu derê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın