Serokomarê Îranê Pezeşkiyan: "Em girêdayî aştî û îstîqrarê ne, lê ji bo hemî cure senaryoyan jî hazir in"
Istanbul
İSTANBUL (AA) - Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku welatê wî girêdayî aştî û îstîqrarê ye, lêbelê ji bo hemî cure senaryoyan jî amade ne.
Pezeşkiyan ji ser platforma çapemeniya civakî Xê ya navenda wê Amerîka ye, der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî da.
Pezeşkiyan daxuyand ku, "Li herêmê Îran, girêdayî aştî û îstîqrarê ye. Em gavên Amerîkayê ji nêz va dişopînin û ji bo hemî cure senaryoyan jî me amadehî kirin."
Ji aliyê din va hevdîtinên nukleerê yên Îran û Amerîkayê wê di 26ê Sibatê da li Cenevreyê dewam bikin.
