Serokomarê Sûriyeyê Şara li dijî teşebisa parçekirinê ya Îsraîlê bangewaziya yekîtiyê kir
"Divê em li dora dewleta xwe bicivin û piştevaniya hev bikin, ji rêgez û nirxan ra sadiq bin, berjewendiyên şexsî û piçûk daynin aliyekî û berjewendiya welêt têxin armanc"

Damascus
Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara diyar kir ku li dijî teşebisên parçekirina welêt ya Îsraîlê îradeya wan a berxwedanê heye û daxuyand ku civaka Durziyan di binê hîmayeya dewletê da ye, ew her cure teşebisên hêzên dereke red dikin ku wan bi ser xwe da dikişînin.
Serokomarê Sûriyeyê Şara der heqê bûyerên ku li Suweydaya li başûrê welêt derketin û midaxeleya eskerî ya Îsraîlê da daxuyanî da têlevîzyona dewletê.
Şara daxuyand ku Îsraîlê wekî berê kiriye, dixwaze îro jî îstiqrara welêt têxe hedef û fitneyê têxe nava gel û Sûriyeyê ber bi kaosê va bibe.
Şara destnîşan kir ku ew li dijî teşebisên parçekirinê yên Îsraîlê rûmeta gel û yekîtiya welêt diparêzin.
Şara diyar kir, Îsraîl ji bo ku hewildanên îstiqrarê pûç bike, li dijî tesîsên sivîl û qamûyê êrîşên berfireh dan destpêkirin, bi saya midaxele û navçêtiya Amerîka, Ereb û Tirkan ev êrîş dan sekinandin.
Şara destnîşan kir, kê zirar dabe "birayên wî yên Durzî" wê hesab bidin, mafê vê civaka ku di binê hîmayeya dewletê da ye, wê were parastin û hemû talûkeyên ku yekîtî û ewlehiya gel tehdîd dikin, wê werin berterefkirin.
Şara wiha got; "Divê em li dora dewleta xwe bicivin û piştevaniya hev bikin, ji rêgez û nirxan ra sadiq bin, berjewendiyên şexsî û piçûk daynin aliyekî û berjewendiya welêt têxin armanc."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.