Serokomarê Sûriyeyê Şara di salvegera şoreşê da ji Mizgefta Emewî peyama biratiyê da
Damascus
Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara di salvegera têkçûna rejimê da li Mizgefta Emewî ku nimêja sibehê lê kir, peyama biratiyê da.
Şara bi cilûbergê xwe yê eskerî yê ku par pê ketibû Şamê hat mizgeftê. Wezîrê Karên Derva Esad Hesen Şeybanî û hin wezîrên din hevaltiya Şara kir.
Şara diyariya ji rûpoşa Kabeyê ya ayetên Qur'ana Kerîm li ser in a ku li Erebistana Siûdî bi minasebeta salvegera têkçûna rejimê ji mizgeftê ra hat diyarîkirin, vekir.
Şara paşê xîtabî gel kir û got ku wî xwest, li Mizgefta Emewî parçeyek ji rûpoşa Kabeyê hebe û wiha got, "Bi vî awayî rabitayên hezkirin û biratiyê yên ji Mekkeya Mukerrem digihêjin Şamê, zexmtir dibin."
Şara qala salvegera şoreşê kir û wiha got, "Bi wê kêliya em ji Mizgefta Emewî ketin Şamê, şervanên şoreşger û qehreman ên ji bo hemû ummetê dîrokeke nû nivîsîn, tên bîra me."
Sûriyeyên piştî nimêjê tekbîr anîn, silav dan Serokomar Şara.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
