Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi têlefonê axivîn
Ramallah
Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara û Serokê Amerîkayê Donald Trump di mijarên parastina yekparetiya axa Sûriyeyê, temînkirina mafên Kurdan û seba têkoşîna DEAŞa rêxistina terorê domandina tevkariyê da mitabiq man.
Serokomariya Sûriyeyê li ser platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ku navenda wê li Amerîkayê ye, daxuyanî da û ragihand ku Şara û Trump bi têlefonê axivîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku her du pêşeng li ser girîngiya parastina yekparetiya axa Sûriyeyê û serxwebûna wê sekinîn û fikra xwe kirin yek seba pêkanîna îstiqrarê piştgiriya hemû hewildanan bê kirin.
Li gor daxuyaniyê her du aliyan destnîşan kir ku divê mafên gelê Kurd were temînkirin û di binê banê Sûriyeyê da werin parastin.
Di axaftinê da Sûriye û Amerîkayê li hev kir ku di çarçoveya têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê da tevkarî bidome û tehdîdên rêxistinê werin bidawîkirin.
Li gor daxuyaniyê her du pêşeng hêvî dikin ku Sûriyeyeke xurt û di nava yekîtiyê da bibînin, divê kapasîteya Sûriyeyê têrê bike ku bikaribe bi meydanxwendina herêmî û navneteweyî ra serederiyê derxe.
Her wiha hat gotin ku di axaftina têlefonê da mijarên herêmî yên curbecur hatiye rojevê û hatiye destnîşankirin, ji bo ku Sûriye berê xwe bide pêşerojeke baştir, divê jê ra firsend were dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
