Abdullah Tel
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
BUDAPEŞTE
Serokomarê Polonyayê Andrzej Duda diyar kir ku wî qanûna "îdiaya di qirqirina cihûyan da Polonyayiyan jî bi Naziyiyan ra şirîkatiya sûc kiriye qedexe dike" û tevlî Ukraynayê Îsraîl û Amerîka jî li dij derdikevin, digel nîqaşan, îmze kir.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Macaran (MTI) berdevkê Serokomariyê Krzysztof Lapinski daxuyanî da û diyar kir ku Serokomar Duda qanûna "îdiaya di qirqirina cihûyan da Polonyayiyan jî bi Naziyiyan ra şirîkatiya sûc kiriye qedexe dike" pesend kir.
Serokomar Duda duh daxuyanî da û got ku ewê qanûna di 1ê Sibatê da li parlementoyê hatibû qebûl kirin, îmze bike û ji dadgeha makezagonê jî der heqê qanûnê da agahî hilde.
- Îsraîl û Amerîka bertekê nîşan didin
Ji bo pêşnumaya qanûna ewil Îsraîl û Amerîkayê bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku ev qanûn wê zirarê bide têkîliyên dualî.