Dinya

Serokomarê Libnanê Ewn diyar kir ku Îsraîl ji bo xurtkirina dagirkeriya xwe pireyan dike hedef

Muhammed Emin Canik  | 22.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
Serokomarê Libnanê Ewn diyar kir ku Îsraîl ji bo xurtkirina dagirkeriya xwe pireyan dike hedef

Beyrut

Serokomarê Libnanê Joseph Ewn, hedefgirtina binesaziyê û pireyên girîng yên li başûrê Libnanê ji aliyê Îsraîlê va şermezar kir û diyar kir ku ev hewldana ji aliyê Îsraîlê va ji bo xurtkirin û berfirehkirina dagirkirina axa Libnanê ye.

Li gorî daxuyaniya ji Serokomariya Libnanê hat dayîn, Ewn diyar kir ku êrîşên Îsraîlê aloziyeke xeternak û binpêkirina serweriya Libnanê ne.

Ewn destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê yên li Libnanê ku bi awayekî sîstematîk binesazî, tesîsên sivîl û deverên niştecihbûnê wêran dikin, "meyleke xeternak" nîşan didin.

Ewn diyar kir ku Îsraîl li dijî sivîlan siyaseteke cezakirina kolektîf dimeşîne û ev kiryar di tu şert û mercan da nayê qebûlkirin û şermezar kir.

Artêşa Îsraîlê, Pireya Qasimiyeyê ya li ser Çemê Lîtaniyê ku pireyeke girîng e û başûrê Libnanê ji hev diqetîne, bombebaran kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın