Dinya

Serokomarê Libnanê Ewn: "(Bi Îsraîlê ra) Em ji bo mizakereyê amade ne lêbelê hê ji aliyê din bersiv nehat"

Ethem Emre Özcan  | 13.03.2026 - Rojanekırın : 13.03.2026
Serokomarê Libnanê Ewn: "(Bi Îsraîlê ra) Em ji bo mizakereyê amade ne lêbelê hê ji aliyê din bersiv nehat" Lübnan Cumhurbaşkanlığı Basın Ofisi

Beyrut

Serokomarê Libnanû Joseph Ewn bang kir ku bila êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê bên rawestandin û agirbest pêk bê û da zanîn ku ji bo mizakereyên bi Îsraîlê ra amade ne lêbelê hê ji aliyê din bersiv nehat.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Libnanê Ewn di hevdîtina xwe da ya bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres ra bang kir ku bila êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê bên rawestandin û agirbest pêk bê.

Ewn destnîşan kir ku berdewamkirina êrîşên Îsraîlê dê bandorî îstiqrara temamiya herêmê bike û got ku "(Bi Îsraîlê ra) Em ji bo mizakereyê amade ne lêbelê hê ji aliyê din bersiv nehat."

Ewn qal kir ku di vê pêvajoya hesas da li bendê ne ku civaka navneteweyî piştgiriyê bide Libnanê û bal kişand ser rewşa ji 800 hezarî zêdetir mirovên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ji cî û warên xwe bûne.

Ewn her wiha xwest ku bila NY li ba Libnanê cî bigire û diyar kir ku piştgiriya NYyê ya daimî ya ji bo welêt teqdîr dikin.

- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin li bakurê welêt sîren ketin dewrê.

Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî da destpêkirin û paytext Beyrûtê hedef girtibû û ji asîman û deryayê va gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagîriya bejayê berfireh bike.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kiribû ku hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derket 687an û hejmara birîndaran jî derket 1774an.

Hikûmeta Libnanê ragihandibû ku ji 2yê Adarê vir va 816 hezar û 700 kesan ji bo navendên sitarbûnê serlêdan kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.