Dinya

Serokomarê Kolombiyayê Petro ewê bi mitîngeke mezin bertekê nîşanî DYAyê bide

Sinan Doğan  | 06.01.2026 - Rojanekırın : 07.01.2026
Serokomarê Kolombiyayê Petro ewê bi mitîngeke mezin bertekê nîşanî DYAyê bide

Bolivar

 Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro diyar kir ku ew ê li hember tohmetên ku Serokê DYAyê Donald Trump li dijî wî kirine, mitîngeke berfireh li dar bixin.

Petro di parvekirina xwe da li ser hesabê medyaya civakî yê şirketa Xê ya bi navend DYA, banga xwedîderketina li serweriya li gelê Kolombiyayê kir.

Petro, tekezî kir ku ewê li meydanê bersiva tohmetên Trump bide û got, "Ala Kolombiyayê li malê daliqînin. Em roja Çarşemê saet 4ê piştî nîvro li hemû meydanên Kolombiyayê dicivin. Niha dem dema parastina serweriya neteweyî ye."

Petro ragihand ku ewê beşdarî mitînga ku li Meydana Bolivar a dîrokî ya li paytext Bogotayê tê lidarxistin jî bibe û li wir dê gotarekê pêşkêşî gel bike.

- Trump Petro Hedef girtibû

Serokê DYAyê Trump, Serokê Kolombiyayê Petro hedef girtibû û îdiaya xwe ya ku Kolombiyayê kokainê dişîne DYAyê dubare kir.

Trump got, "Kargehên ku (Petro) kokainê li wan hildiberîne hene, ew kokainê hildiberîne û dişîne DYAyê. Divê ew baldar be."

Trump her wiha Kolombiya weke "welatekî nexweş" wesifand û derbarê îhtimala êrîşekê da got, "Operasyoneke li dijî Kolombiyayê, xuya ye wê baş be."

Piştî daxuyaniya navborî ya Trump, Petro got ku ew ê kontrol bike ka gotinên wî rast in wekî ku di çapemeniyê da hatine ragihandin û wergeran jî piştrast bike û got ku ewê tenê piştî ku bi rastî fêm bike, bersiva vê "gefa neqanûnî" bide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.