Dinya

Serokomarê Almanyayê Steinmeier dê di 22-24ê Nîsanê da Tirkiyeyê ziyaret bike

Mesut Zeyrek  | 16.04.2024 - Rojanekırın : 18.04.2024
Serokomarê Almanyayê Steinmeier dê di 22-24ê Nîsanê da Tirkiyeyê ziyaret bike

Nordrhein-Westfalen

 Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier dê di 22-24ê Nîsanê da Tirkiyeyê ziyaret bike.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Almanyayê, ziyaret dê bi masebeta 100emîn salvegera destpêbûna peywendiyên dîplomatîk ên herdu welatan were kirin.

Hat destnîşankirin, ziyareta Steinmeier ya di 22-24ê Nîsanê da dê Stenbol, Entab û Enqereyê li xwe bigire.

Hat diyarkirin, Steinmeier dê Îstasyona Trênê ya Sîrkeciya Stenbolê ziyaret bike û dê tevî nûnerên şirketên Alman li ser peywendiyên aboriyê yên herdu welatan raweste.

Her wiha hat destnîşankirin, Steinmeier dê di roja duyem a ziyareta xwe da biçe seredana stargeha erdhejzedeyan û dibistana ku li Entabê Almanyayê piştgirî da çêkirina wê û li vir dê beşdarî pîrozbahiyên 23yê Nîsanê bibe.

Hat ragihandin, Serokomar Steinmeier dê di 24ê Nîsanê da jî derbasî Enqereyê bibe û ligel Serokomar Recep Tayyip Erdogan bicive.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın