Dinya

Serokomariya Iraqê êrîşên li dijî Pêşmerge û Heşda Şebiyê şermezar kir

Haydar Karaalp  | 24.03.2026 - Rojanekırın : 25.03.2026
Serokomariya Iraqê êrîşên li dijî Pêşmerge û Heşda Şebiyê şermezar kir

Baghdad

Serokomariya Iraqê destnîşan kir ku êrîşên li dijî Pêşmerge û Heşda Şebiyê îxlala li hember serwerî û ewlekariya welat e û bi tundî şermezar kir.

Serokariya Iraqê da di daxuyaniyê da îfade kir ew ji ber êrîşên li dijî Fermandarê Operasyonên Heşda Şebî û yên pê ra yên li Enbarê, êrîşa dijî nivîsgeha Heşda Şebî ya li Mûsilê û parêzgehên din ên welêt xemgîn in.

Di daxuyaniyê da tekezî hat kirin ku ev êrîş binpêkirinek eşkere ya ewlehî û serweriya welêt e û dijî û aramî û îstiqrarê tehdîdeke mezin e.

Her wiha êrîşa li dijî hêzên Pêşmerge ku bû sedema mirina hin kesan û birîndarbûna hinan, bi tundî hat şermezarin.

Di êrîşeke asîmanî ya Amerîkî da li parêzgeha Enbarê ya Iraqê, 15 endamên Heşdî Şebiyê hatibûn kuştin.

Di êrîşeke cuda ya dijî baregeheke Pêşmerge da li nêzîkî Çiyayê Sipîlikê ya li bakurê Hewlêrê, 6 Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan û 30 jî birîndar bûn. Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, ji ber êrîşê Îran sûcdar kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın