Dinya

Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump hatin bal hev

Zafer Fatih Beyaz  | 25.06.2025 - Rojanekırın : 25.06.2025
Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump hatin bal hev

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî şîva ku Qralê Hollandayê Wîllem-Alexandar û xanima wî ya ji bo serokên ku beşdarî Civîna Serokên Hikûmet û Dewletên NATOyê û xanimên wan da bû û piştî şîvê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra hat bal hev.

Hevdîtin li Qesra Qraliyetê ji çapemeniyê ra girtî çêbû.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, di hevdîtinê da têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û Amerîkayê da, mijarên herêmî û cîhanî hatin axaftin.

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da anî ziman her du welat vejen û veberhênan di serî da di gelek qadan da xwedî potansiyeleke mezin in, ji bo gihîştina armanca hecma bazirganiyê ya 100 milyar dolarî bi taybetî di warê pîşesaziya parastinê da pêşxistina hevkariyê wê vê yekê hêsantir bike.

Erdogan diyar kir ew ji ber agirbesta di navbera Îsraîl-Îranê da ya bi hewldanên Serokê Amerîkayê Trump pêk hat kêfxweş e û hêvî dike ku ev agirbest mayînde be.

Serokomar Erdogan ji bo ku di demeke zû da trajediya mirovî ya li Xezeyê dawî bibe û şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da bê çareserkirin, behsa girîngiya diyalogê kir.

Her du serokan wekî hevalbendên pêşeng ên NATOyê bal kişandin ser girîngiya gavên ku ji bo xurtkirina hêza astengkirinê ya hevpeymaniyê wê bên avêtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.