Sevim Hatun
27 Adar 2016•Rojanekirin: 28 Adar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê êrîşa terorî ya li Lahora bajarê Pakistanê çêbû û di bûyerê da piraniya wan jin û zarok 63 kes mirin, 300 kes jî birîndar bûn da wiha xeberda: "Êrîşa ku li parka bi taybetî zarok û malbat li wir in çêbû, rûyê terorê yê ku sînoran nas nake û qîmetê nade nirxên mirovahiyê derxist holê."
Di daxuyaniya ku Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê belav kir da, Erdogan êrîşa terorê ya li Lahora Pakistanê di parkekê da çêbû, bi tundî şermezar kir, ji bo kesên ku di êrîşê da mirin got Xwedê rehma xwe li wan bike û ji bo birîndaran jî şîfa xêrê xwest.
Di daxuyaniyê da cih dan van îfadeyan:
"Ez ji Serokomarê Pakistanê, Memnûn Huseynê dostê xwe û Serokê Eyaleta Pencapê, birayên min Navaz Şerîf digel gelê Pakistanê ra dibêjim serê we sax be. Êrîşa ku li parka bi taybetî zarok û malbat li wir in çêbû, rûyê terorê yê ku sînoran nas nake û qîmetê nade nirxên mirovahiyê derxist holê. Ev êrîş ji bo hemû welatên dinyayê wekî ezmûneka ku sekna xwe ya dijî terorê nîşan bidin e.
Tirkiye wekî her gav di vê roja dijwar da jî li bal Pakistanê ye. Hêvîdar im hemû welat li hemberî Pakistanê ji dil û can bin. Ez cardin ji gelê Pakistanê ra dibêjim serê we sax be."