Dinya

Serokomar Erdogan seba Sezaî Karakoç îlana teziyeyê da

Zafer Fatih Beyaz  | 17.11.2021 - Rojanekırın : 18.11.2021
Serokomar Erdogan seba Sezaî Karakoç îlana teziyeyê da

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo şair, nivîskar û mutefekkîr Sezaî Karakoçê ku duh di 88 saliya xwe da wefat kir, îlana tezîyeyê da.

Peyama Serokomar Erdogan a ku îro di hin rojnameyan da hat weşandin wiha ye:

"Sezaî Karakoçê ku li welatê me di esra dawîn da merivekî fikr û ramanê, huner û çandê bû, pêşengê doza 'Vejînê' bû ku jiyana xwe bonê weqif kiribû, kesekî ku Misilmantiya xwe wekî muqaddîmeya strana mirovahiyê didît, bi fikr û têkoşîna xwe va dil û alema derûnî ya nifşan teşekul kir û ji kesên dewra dawîn bû ku seba miletê me bi qedr û qîmet bû, koçî alema ebedî ku wekî deriyê vejînê didît û timî bı hesret bi bîr dianî. Xwedê rehma xwe lêke. Serê milletê me, hezjêker, rêheval û malbata wî sax be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.