Mümin Altaş,Barış Seçkin
29 Nîsan 2025•Rojanekirin: 29 Nîsan 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ji bo ku beşdarî Civîna 4emîn a Navbera Hikûmetên Tirkiye û Îtalyayê bibe hat Romaya paytextê Îtalyayê ji hêla Serokwezîra Îtalyayê Gîorgîa Melonî va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Merasîm li Avahiyê Vîlla Pamphîlîyê hat lidarxistin û dema ku Serokomar Erdogan ji wesayîta xwe peya bû, Serokwezîr Meloniyê pêşwaziya wî kir.
Erdogan û Melonî piştî ku silav dan qitaya merasimê, dest dan hev ku endamên çapemeniyê wêneyên wan bikşînin.
Piştî nasandina heyetan hevdîtina Erdogan û Melonî ya rûbirû dest pê kir.