Serokomar Erdogan: "Li Xezeyê gelê sivîl mîna di cehenemê da ye"
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Li Xezeya ku bobelata însanî ya herî tund a demên modern lê rû dide, gelê sivîl adeta cehenemê dijî."
Erdogan li Budapêsta paytexta Macaristanê di Civîna Nefermî ya Teşkîlata Dewletên Tirk da axivî.
Serokomar Erdogan der barê Teşkîlata Dewletên Tirk da wiha got, "Teşkîlata me gelek astengî û tengasî derbas kirin. Îro gava em li pey xwe dinihêrin, em hatine asteke ku mînak tê nîşandan."
Erdogan bal kişand ser Konferansa Giştî ya 43yemîn ya UNESCOyê û got ku di Konferansa Giştî ya 43yemîn ya UNESCOyê da pir giring e ku 15ê Kanûnê wekî Roja Zimanê Tirkî ya Cîhanê bê îlankirin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir trajediyên di raboriyê da li Qibrîs, Qerebax û Bosnayê rû dan û îro jî li Xezeyê rû didin û wiha got, "Ev bi me didin bibîrxistin ku divê em aliyê din ê sînorên xwe jî bifikirin. Li Xezeya ku bobelata însanî ya herî tund a demên modern lê rû dide, gelê sivîl adeta cehenemê dijî. Divê li hemberî berbelavbûna sînornenas a Îsraîlê bê derketin û digel Filistînê, piştgiriya yekîtiya xaka Libnan û Sûriyeyê bê kirin."
Erdogan destnîşan kir di wêneyê malbatê yê alema Tirkan da heger Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur tunebe, ev wêne wê daîm kêm bimîne û wiha axivî, "Wekî dewletên Tirk em barhilgirên mîrateke qedîm in ku li cihê yekbûna dîrok û şaristaniyê, zanatiya Rojhilatê û dînamîzma Rojava dike yek."
Serokomar Erdogan diyar kir ji bo serkeftina korîdora hevbeş, em giringiyê didin hevkariya di bin sîwana teşkîlatê da û wiha peyivî, "Em li benda piştgiriya dewletên endam in. Korîdora hevbeş ya di navbera Rojhilat û Rojavayê da ji bo gihandina ewle û transît xeteke giring e, weke guzergaheke stratejîk derdikeve pêş."
Erdogan bal kişand ser rewşa di navbera Rûsya-Ukraynayê da û got ji bo agirbesteke berfireh û aştiyeke mayînde em ê bi herdu dewletan ra pêwendiyên xwe hê zêde bikin û bidomînin.
Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da got, "Wekî cîhana Tirk, piştgiriya me ya ji bo hewlên pêkanîna agirbestê, sewqiyeta alîkariyên mirovî, pêvajoya aştiya mayînde û îmara jinûva ya Xezeyê giring e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
