KUVEYT
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Quweytê Şêx Cabir el- Mubarek el-Sebah, Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Quweytê Şêx Sebah el-Xalid el-Sebah, Serokê Meclisê Merzuk el-Ganimî re cuda cuda hevdîtin kir.
Mîrê Quweytê Sebah el-Ahmet el-Cabir el-Sebah Serokomar Erdogan dawetê Quweytê kir. Erdogan li Qesra Beyanê hin hevdîtin kirin.
Serokomar Erdogan ewil Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Quweytê Şêx Sebah el-Xalid el-Sebah re hevdîtinek kir. Pişt re Serokê Meclisê Merzuk el-Ganimî û Erdogan hatin bal hev.
Piştî van Serokwezîrê Quweytê Şêx Cabir el- Mubarek el-Sebah û Serokomar Erdogan hevdîtinek pêk anîn.
Destûr nehat dayîn ku çapemenî di hevdîtinan de cih bigre.