ÎSTANBUL
Civîna Lijneya Rêveberiya Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (SMDK) ya ku li dîasporayê nûnerê muxalifan e û ji 2 rojan dewam kir bi dawî bû.
Nûnerên meclisa herêmî, hêzên şoreşger û heyeta SMDKyê ya di bin Serokatiya Xalid Xoce de beşdarî civîna ku li Stenbolê hat kirin bûn û rewşa eskerî û siyasî ya li Sûriyeyê nirxandin.
Ji Tevgera Îslamî ya Ehraru'ş Şamê, Ceyş'ul Îslam (Artêşa Îslamê), Parleşkera Şamê, Lîwayên Liberxwedanên Şamê, Parleşkera Humsê, Artêşa Yermûkê, Eniya Ensar'ul Îslamê, Artêşa Ebabilê, Festeqîm Kema Umîrt, Yekîtiya Peyayan 24an, Lîwayên Hebîb Mistefa, Hîzba 96an, Meclisa Dadgeriya Azad, Meclisa Bajar a Îdlibê, Meclisa Bajar a Helebê, Meclisa Kersaxê ya Şamê, Meclisa Hamayê, Lîwaya 313an a Koma eskerên Bedirê, Hîzba Hûrên Amûdê, Lîwaya Mûtez Bîllah, Meclisa Bajar a Humsê Perleşkera Yekemîn, Yekîneya Lîwayên Başûr, Lîwaya Siwarên Heq, Hîzba 111yî û endam û nûner beşdarî civînê bûn.
Eniya Nûsrayê ya ku tevî Artêşa Fethê bû di civînê de cih negirt.
Piştî civînê SMDKyê daxuyanî weşand û diyar kir ku şerê bi Esed re wê bidome û daxuyanî wiha dewam kir: "Serkeftinên ku Artêşa Fethê di rojên dawîn de bi dest xist nîşan dide ku heta nûnerên rejima Esed bi tevahî ji holê ranebin wê ev têkoşîn bidome. Ev jî rê li pêşiya xelkê Sûriyeyê vedike ku wê ji xwe re pergaleke nû ava bikin û bi azadî biryar bidin."
Hat destnîşankirin ku Tehran û Moskova piştgiriyê didin rejimê lê tevlî hewl û alîkariyên wan be jî wê rejim negihêje armanca xwe, lewra her ku diçe hêza wê kêm dibe.
Aliyên beşdarî civînê bûn li ser planeke ku ji 5 xalan pêk tê li hev kir û diyar kirin ku heta rejima Esed û nûnerên wê ji desthilatdariyê neyên dûrxistin çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê ne mimkun e.