Selma Kasap
20 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
SAREYEVO
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li sareyevoya paytextê Bosnayê, di merasîma doktoraya fexrî ya ku dê ji aliyê Zanîngeha Navneteweyî ya Sarayevoyê bê tewdîkirin de axivî.
Erdogan ji bo Misir, Îsraîl û Amerîkayê got, "Ka vana rêz ji Beyannameya Mafê Mirovan re digirt, ka soza wan hebû ku wê herdem pabendê Beyannameya Mafê Mirovan bin? Na. Ji wan bawer nekin. Qet derdekî wan î wisa nîn e."
Serokomar Erdogan anî ziman ku "Heke cihan radestî wan her 5 endamê Konseya Ewlekariya NYê bibe em şewitîn" û wiha pê de çû: "Ew zalimên ku hertim pişta wan tê firkandin, wisa dikin ku cihan bibe ciheke mehrûm ji jiyanê. Ji ber vê em dibêjin, 'Ji bo zaliman her bijî cehennem."