Dinya

Serokomar Erdogan: "Emê pêşhatên Herekata Kaniya Aşitiyê binirxînin"

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, "Di Lûtkeya Çaralî de bi taybet dê derfeta me ji bo nirxandina pêşhatên dawîn ên li Sûriyeyê çêbibe. Ka pêşhatên Herekata Kaniya Aşitiyê di çi rewşê de ne, em gihiştine kuderê, emê van binirxînin."

Ahmet Aydın  | 03.12.2019 - Rojanekırın : 03.12.2019
Serokomar Erdogan: "Emê pêşhatên Herekata Kaniya Aşitiyê binirxînin"

Ankara

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derbarê lûtkeya çaralî ya ku tê plankirin îro bi beşdariya Îngiltere, Fransa û Almanyayê bê lidarxistin got, "Bi taybet dê derfeta me ji bo nirxandina pêşhatên dawîn ên li Sûriyeyê çêbibe. Ka pêşhatên Herekata Kaniya Aşitiyê di çi rewşê de ne, em gihiştine kuderê, çi dibe, emê van binirxînin."

Serokomar Erdonê ku bi mebesta beşdariya Lûtkeya Lîderên NATOyê û serdanên fermî li Londonê ye derbasî otêla ku lê bimîne bû.

Welatiyên Tirk li wêderê bi dilgermî pêşwazî li Serokomar Erdogan kirin. Erdogan û hevjîna xwe Emîne Erdogan jî daketin cem welatiyan û silav dan wan.

Di bersiva pirsa rojnamevanekî ku pirsî "Sibê lûtke heye lêbelê beriya wê hûnê di civîna Sûriyeyê de bên ba hev. Hûn çi difikirin, dê behsa çi bê kirin?" Erdogan got ku dê mijara civîna îşev derbarê Sûriyeyê de be.

Erdogan anî ziman ku bi beşdariya Îngiltere, Fransa û Almanyayê dê civîn çaralî be û wiha pê de çû:

"Dê civîneke kurtemawe be. Bi taybet dê derfeta me ji bo nirxandina pêşhatên dawîn ên li Sûriyeyê çêbibe. Malûm ka pêşhatên Herekata Kaniya Aşitiyê di çi rewşê de ne, em gihiştine kuderê, çi dibe, emê van binirxînin. Di heman demê de ji ber ku ev welat di nava hêza hevpeyamanê de ne jî ka di nava hêza hevpeymanê de çi kirin, gelo tişta kete ser milê wan anîn cî, gihiştine kuderê. Di warê plana ku me amade kiriye, ka dê piştevaniya wan çi be, ez di wê gumanê de me emê bikarin van jî binirxînin û emê li wan jî guhdarî bikin. Jixwe wê daxwazên wan ji me hebin emê guh bidin wê jî. Ez hêvîdar im emê bi niyeteke baş vê bidin hev."

Serokomar Erdogan piştre derbasî cihê ku dê lê bihêwire bû.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.