Çand û huner

Tabloya Osman Hemdî Beg li Londonê hat firotin

Tabloya "Keçika Qur'ana Pîroz dixwîne" li Londona paytextê Îngîltereyê bi 6 milyon û 315 hezar sterlînî hat firotin

Fatih Gazioğlu  | 28.09.2019 - Rojanekırın : 29.09.2019
Tabloya Osman Hemdî Beg li Londonê hat firotin

London

Tabloya "Keçika Qur'ana Pîroz dixwîne" ya ku bi destê Osman Hemdî Beg hatiye çêkirin li Londona paytextê Îngîltereyê bi 6 milyon û 315 hezar sterlînî hat firotin.

Ji bo tabloya "Keçika Qur'ana Pîroz dixwîne" li Mala Muzayedeyê ya Bonhamsê mezat hat lidarxistin.

Tabloya ku ji hêla Osman Hemdî Begê Tirk va hatiye çêkirin bi 6 milyon û 315 hezar sterlînî (qasî 44 milyon û 12 hezar lire) hat firotin.

Berhem li muzayedeya "Heyama Vîctorîa û Ewropayê ya Sedsala 19emîn û Hunera Empresyonîsta Îngilîzan" hat firotin.

Di tabloyê da keçikekê Qur'ana Pîroz dixwîne.

Berhem li ser tabloyeke 41,1X51 santîmetre fireh hatiye çêkirin. Ji hêla dîroknasên hunerê va ev tablo di nav berhemên Osman Hemdî Beg da ya her girîng û taybet tê qebûlkirin.

Hûrgiliyên cilên keçika xama û rengê dizaynê yên Îslamî "îmze" û tarzê Osman Hemdî Beg nîşan didin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın